Polonya: Zilamekî Belarûsî jiber Sîxurîya jibo Rûsya Hat Girtin

Polonya îro Înê ragihand ku wê bergumanekî Belarûsî jiber sîxurîya jibo Rûsya girtiye.

Wezîrê Navxweyî yê Polonya Mariusz Kaminski dîyar ku guman heye ku ew zilam parçeyê çeteya Rûsî be.

Kaminski ji platforma medyaya civakî ya X’ê, ku berê wek Twitter dihat zanîn, dîyar kir ku Mihail A’yê Belarûsê beşdarî li keşfeên bendergehan kiriye.

Wî got ku Mihail A. Jibo keşfkirina navendên leşkerî jî xebat meşandine û tevlî xebatên propagandayan yên jibo Rûsya bûye.

Belarûs hevbenda nêz ya Rûsya ye û Polonya jiber xebatên li wî welatî tedbîrên xwe berfireh dike.

Rûsya ser gefên Polonya dibêje Belarûs hevbenda wê ye û ew helwestên dijî wê wek helwestên dijî Moskowê dibîne.

Jêder: AFP, VOA