Polonya Dibêje Rewşa Sînorê bi Belarûsê Niha Ewle Ye

Polonya ser rewşa sînor daxuyanîyek weşand û got ku ew rewşa li sînorê Belarûsê ji nêzve dişopîne.

‘’Sînorên Polonya ewle ne, em rewşa sînorê me yê li rojhilat dişopînin. Em jibo hemî senaryoyên pêkan jî hazir in," Wezareta Derve ya Polandî got.

Belarûsê do Çarşemê ragihandibû ku leşkerên Koma Wagnerê wê beşdarîyê li hîndarîyên leşkerî bikin.

Vîdyoyeke ku do Çarşemê ji kanaleke fermî ya Rêberê Wagnerê Yevgeny Prigozhin hatibê weşandin, nîşan dabê ku ew li Belarûsê pêşwazîya çekdarên komê dike.

Di vîdyoya nepiştraskirî de tê dîtin ku dengekî dişibe yê Prigozhin ji çekdaran re dibêje ku ewê artêşa Belarûsê bike artêşa duyê ya cîhanê.

Jêder: AFP, VOA