Serokê Danûstandinên Navnetewî Yê Ser Madê Plastîkê Soza Çareseriyê Dide

Senegal COP27 Climate Summit

Peymanek Navnetewî ya ji bo rêgirtina li pîsbûna jîngehê ji ber belavbûna madên plastîkê dê di lûtkeya meha pêş de li Koreya Başûr were li darxistin.

Roja Çarşemê serokê danûstandinan soz da, ku her çend wî hişyarî da ku hîn jî nakokiyên tevlihev hene û çarçoveyek dema destnîşankirî "rêgirîyek mezin"e lê ewê meha pêş me gotûbêjan encam bidin.

Luis Vayas Valdivieso ji Ekuadorê got dem bilez derbaz dibe jibo gihiştina li hevhatina dawî ya di lûtkeya Netewên Yekbûyî de li Koreya Başûr ku dê dawiya meha Mijdarê pêk were.

Lê ew dibêje, duberî di nava welatan de jibo lihevhatina derbarê peymanê dom dikin.

Vayas Valdivieso got ku erka wî "gihandina peymanek bibandor û çalake, ku bi qanûnê ve girêdayî ye" û "em ê di dawiya lûtkeya li Busan de wê erkê radest bikin".

Wî li Japonya gotarek pêşkeş kir û got ku "Ew di nava endaman de amade ye".

"Di danûstendina me de hîn jî cûdahiyên me hene, hîn jî hin mijarên tevlihev hene ku hîna jî hewce ne heta ku pêk werin."

Danûstandkar gelek caran kom bûne jibo dîtina çareseriyên Plastîkê weke mîqdara berhem anînê, curên plastîkê, cardî vegerandin û berhemanînê, qedexe kirina hin curdên plastîkê û herwiha hin madên din yên kîmyayî ku tê de tên bikar anîn."


Di danûstandinên berê de, welatên hilberînerên petrolê yên wekî Erebîstana Saûdî li dijî sînordarkirina hilberîna plastîk nerazîbûn nîşan dan, û xwestin ku li şûna wê bala xwe bidin ser cardî vezîvirandin û berhemanînê.

Di vê navberê de, bi dehan welatên di nav koalîsyonek "armanca hêvîbexş" de, ji wana piraniya welatên Yekîtiya Ewropî, banga tedbîrên tundtir dikin.

Vayas Valdivieso got ku bi tenê heft rojên danûstandinên li Busan, dem dê bibe "kêşeyek mezin".

Lê wî ji bo peymanek "bi qaîdeyên pêbawer ji bo bidawîkirina pîşbûna bi rîya plastîk" hêvî kir.

Wî got her çawa be, "Divê em li Busan ji bo gerduna me, ji bo başbûna tenduristiya mirovan rawestin," û bigehin lihevhatinekê.

Li gorî OECD, hilberîna plastîk di 20 salan de du qat zêde bûye û bi rêjeyên heyî dikare heya 2060 sê caran zêde bibe.

Lê dîsa jî ji sedî 90ê plastîkê nayê vezîvirandin, ku pirê wê di xwezayê de tê avêtin an jî li zeviyan tê veşartin.

Di hewildanek ji bo kêmkirina pêşnûmeya belgeya bêkêmasî û bilezkirina danûstandinên li Busan, Vayas Valdivieso bi navê "ne-kaxez" li ser bingeha danûstandinên bi welatan re çêdike.

Ew kaxez wekî belgeyên danûstandinê ne bingehek qanûnî ne, lê heke alî qebûl bikin ku wan qebûl bikin, dikarin ji bo gera dawî ya danûstandinan bibin destpêkek.

Vayas Valdivieso roja Çarşemê got ku ew hêvî dike ku di rojên pêş de ne-kaxezek sêyemîn bi "bi qasî ku gengaz be nivîs" çap bike.

Lê Busan dawiya hewildanên ji bo rûbirûbûna qirêjiya plastîk nîşan nade, wî got jî, ji ber ku her peymanek divê "peymanek zindî ya ku dê di pêşerojê de bihêztir û bihêztir bibe."

Jêder: Reuters