Wezareta Berevaniya Tirkiyê: Di Êrîşa PKKê de 6 Leşker Hatin Kuştin

Helikoptera Artêşa Tirkiyê li esmanê herêma Kurdistanê li nêzîk Çelê.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro Pêncşemê ragihand ku ji roja Çarşemê ve hejmara kuştiyên artêşa Tirkiyê di encama êrîşa çekdarên PKKê de li Herêma Kurdistana Iraqê gihîştiye 6 kesan.

Êrîşa PKKê li herêma ku berî salekê artêşa Tirkiyê dest bi operasyona bi navê (Pence Kilît) kirbû pêkhat.

Peyvdarê Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî, gefa şopandina çekdaran kir û dibêje ewê heta çekdarê dawî wan bişopînin ji nav bibin.


Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje di êrşê de 4 çekdar hatine bêalî kirin, di nav de plankarê êrîşa Çarşemê jî heye.

Ajansa ANF News ku nêzî Tevgera PKKê ye dibêje di encama bomberana 5 seatî ya Tirkiyê de li ser 'Girê Cûdî' li herêma Zapê 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Jêder: Twîta Artêşa Tirkiyê/ANFNEWS/Alhurra