Zubeyir Aydar, endamê Konseya serokatîya Koma Civakên Kurdistan(KCK) di hevpeyvîna li gel Dengê Amerîka de dibêje, pêvajoya aştîyê ya dinavbera kurdan û dewleta Tirk de, ji Newroza 2015 bi dawî bibû, dema gotûbêj bi serokê PKK Abdulah Ocalan yê girtî li Girava Îmralî qutkirin û dixwestin kurdan teslîm bigirin, dema HDPê Partiya Demokratîk a Gelan di hilbijartinên 7î hezîranê de serketin bidestve anîn, serokomar Recep Teyib Erdogan, bi her awayî dîsan hewilda encamên hilbijartinan biguhere, di encam de guherandin û alozî bi xwe re anîn.
Aydar li hember prosêsa aştîyê ramanên xwe gotin û da zanîn ku bi vî awayî û li gor rewşa niha tê meşandin aştî ne mumkine, li hember zurdestiyê ewê millet kurd liberxwe bide.
Derbarey têkilîyên Başurê Kurdistanê û Tirkiyê de, Aydardaxwazkir ku hêzên başûrê Kurdistan bibin hevkarên aştiyê û nehên leystokên dewleta Tirk, weke endamê Konseya serokatîya KCK Zubeyîr di axiftina xwe de daxwaz dike.
Herweha Aydar got ew terefên aştiyê ne û daxwaz ji hemû alîyan kir ku bibin hevkarên aştiyê.
Temamiya Dîdarê di Faila Deng de li jêr guhdarî bike:
Your browser doesn’t support HTML5