STENBOL – Tirkiyê îro Şemiyê got wê 12 endamên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ya "Derqanûnî bê bandor hiştin."
Êrîşa ser şervanên Partîya Karkeran (PKK) li herêma Metîna ya Herêma Kurdistanan Îraqê wekî beşeke kampanyayek leşkerî ya der-sînor pêkhat, ku Tirkiye ev demeke amadekariyan dike ji bo opreasyoneke berfireh li dij bingehên Partiya Karkerên Kurdistan yên li rêze çiyayên wê herêmê hene.
Berpirsên Tirk îdîa dikin ku heta havînê ewê şervanên PKKê ji nav bibin û ewê di demên pêş de opresayoneke berfireh li dij endamên wê rêzxistinê encam bidin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê her tim peyva "bêtesîr kirin" bikar tîne jibo kuştin û ji nav birina endamên PKK'ê.
Vê jî bixwîne: HPG Dibêje Hêzên Wê 15 Dronên Tirk Anîne Xwarê Vê jî bixwîne: Tirkîye Dibêje Îraq ji Vekirina Navendeke Operasyonê ya Hevbeş ya Dijî PKK Germ ETirkiyê berê gotibû ku wê di vê mehê de pêşniyara avakirina "Navendeke operasyona hevpar" ya bi hikûmeta Iraqê re ji bo ku li dijî PKK'ê şer bikin li bakurê wî welatî li hev kirbûn û şandeke di asta bilind de ya Tirkiyê serdana Bexda kirbû.
Rayedarên Tirk, kêfxweşiya xwe dabûn diyar kirin ku Îraq bi şêweke pozetîv nêzî pêşniyara Tirkiyê bûye ku bi hev re navendeke hevkariyê li Partiya Karkerên Kurdistan PKK'ê ava bikin.
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku ji sala 1984ê şerê bi Dewleta Tirk re dom dike di lîsta terorê ya Tirkiyê, Amerîka û Ewrupa de ye.
Jêder:Reuters