Talîbanê soza tolhildane da, piştî ku leşkerekî Amerîkî roja Yekşemê 16 Afganîyên sîvîl kuştin. Piranîya qûrbanîyên êrîşê jin û zarok bûn û di dema kiryarê de li malên xwe radiketin.
Balyozxaneya Amerîkî ya li Kabulê hişyarî da hemwelatîyên Amerîkî ku reng e êrîşên tolhildanê pêk werin.
Parlemana Afganî jî roja Duşemê daxuyanîyek weşand û bi tundî nerazîbûna xwe ya ser êrîşê ragihand.
Berdevkê Hêzên Alîkarîya Ewlekarîya Navnetewî (ISAF) General Carsten Jacobsen roja Duşemê got, ew bi bûyerên vê dawîyêgelek di xem û fikaran de ne.
Serokê Afganî Hamîd Karzayî jî daxwaz kir ku sedema kuşinkarîyan were eşkere kirin. Wî got, 9 zarok û 3 jin di nav qûrbanîyan de hebûn. Karzayî got, êrîş kiryareke bi mebest ya kuştina sîvîlan bû û bi ti awayî nayê efû kirin.