Pîre: Nûnerê YNK li Enqerê jiber Operasyoneke Têkçûyî ya MIT'ê Hatiye Dersînor Kirin

Sadî Ahmed Pîre, Endamê Mekteba Sîyasî ya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji VOA re dersînorkirina nûnerê wan yê li Enqerê şîrove kir.

Pîre da zanîn ku polîtburoya YNK'ê de bicive û li ser mijarê bi firehî gotûbîjan bike.

“Sazîya Îstixbaratî ya Tirkîyê (MIT) li herêmeke bin kontrola YNK'ê operasyoneke serneketî kiriye û endamên wê hatine revandin. Beramber wê jî, Enqerê nûnerê me dersînor kiriye.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku nûnerê YNK'ê li Enqerê Behrûz Gelalî roja Sêşemê ji Tirkîyê hatibû dersînor kirin, lê bi zelalî nehatibû zanîn ku sedema wê yekê çi ye.

Your browser doesn’t support HTML5

DS_24_08_2017_Sadi_Pire