Çima Hin Lîwa û Hêzên Pêşmerge ji Alîkarîya Hevpeymanan Bêpar Dimînin?

Hin Hêzên Pêşmerge li Herêma Germiyan

Du çavkaniyan ji Dengê Amerîka re gotine ku du Lîwayên Pêşmerge yên ku ji alîkariya hevpeymanan bêpar mane têbînî li ser wan hene.

Rizgar Mihemed, endamê Komîteya Pêşmerge di dewreya borî ya Parlamentoya Kurdistanê de, ku lêkolîn li ser wê yekê kiribûn, ji Dengê Amerîka re got:

"hevpeymanan di dema şerê li dijî DAIŞê de çek û cebilxane dane Hêzên Pêşmerge û piştre dema ew çek û cebilxane hatine hejmartin û şopandin, derketîye holê ku kêm û kasî hebûye, hinek fermandaran serdana welatên cîran kirine û mohra wan welatan li ser pasportên wan hebûye."

Car caran, ew hêzên ku bêpar hatine hiştin, jibo ku alîkarî bidin wan xwepêşandana encam didin û daxwaza vegerandina alîkariyê dikin.

Rizgar Mihemed dibêje "Berê hêzên hevpeyman mehane 20 milyon dolar pere didan Hêzên Pêşmerge, lê niha ew alîkarî daketiye 15 milyon dolaran, her pêşmerge û efserek mehane 432 hezar dînarên Iraqî werdigrin."

Dengê Amerîka pêwendî bi Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şorş Îsmaîl re danî, lê encam nebû.

Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma dibêje, hêzên hevpeyman pêştir mûçeyê mehane yê beşek ji hêzên Pêşmerge dabîn dikirin, lê piştî ku mûçeyê Pêşmerge derbasî Iraqê bû, lewma mûçeyê wan guhertin.

Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Dengê Amerîka re got "Amerîka xwedî sîstemeke vekolîna ewlehiyê ye û dosya fermandarên lîwayê û alayan dişopîne ku mehane ji alîkariyên hevpeymaniyê sûd werdigirin.

Dîsan got "Piştre formek taybet heye divê pêzanînên kesayetî yên fermandaran werin tomar kirin."

Li gorî agahiyên berpirsên Pêşmerge, her fermandeyekî Hêzên Pêşmerge ku ku li gor merc û ewlehiya hevpeymanan tevnegeriya be û di lêkolînê de derbas nebûbe, alîkarî, çek û cebilxane jê re nayên dayîn.