Virginia Sibê Peykerê Robert Lee yê li Richmondê Radike

Peykerê Lee

Rêvebirîya eyaleta Virginia ya Amerîka ragihand ku peykarê Robert E. Lee ya li bajarê Richmond roja Çarşemê tê rakirin.

"Peykerê herî mezin yê serîrakirina Konfederasyonê ya li Virginia tê rakirin.

Ev pêngaveke girêng e ku nîşan bidin em kî ne û wek Virgina nirxên me çi ne," walîyê istana Virgina Ralph Northam ragihand.

Lee generalê serdema şerê navxweyî yê Amerîka bû û rêberê rêvebirîya başûrê Amerîkî bû hîngê wek Konfederasyonê dihat zanîn.

Peykerê ku ji alîyê hunermendê Fransî Marius-Jean-Antonin Mercie ve hatibû afirandin û ew 130 sal berê, wek nîşana rêzgirtina qahramanekî Şerê Navxweyî li Richmond hatibû danîn.

Di salên dawîyê de, bi zêdebûna xwepêşandanên jibo wekhevîya civakî, bang zêde bûbûn ku peykerê Lee û yên mîna wî ji qadên civakî werin hilanîn.

Walîyê Virginia di Tîrmeha 2020’an de, 10 roj piştî mirina George Floyd di bin lingên polîsekî Minneapolis de, soza rakirina wî peykerî dabû, lê jiber doza hin rûniştvanên bajêr ew plan hatibû ragirtin.

Dadgeha Bilind ya Virginia hefteya borî biryara xwe dabû û rê li ber hilanîna peyker vekirîbû.

Hêjayî balkişandinê ye ku payteta eyaleta Virginia, Richmond di dema Şerê Navxweyî yê Amerîka de payexta rêvebirîya Başûr bû ku wek Konfederasyon dihat zanîn.

Di xwepêşandanên nerazîbûnê yên sala borî de peykerê Lee bûbû navenda protestoyan. Ji wê demê ya ji mirina Lloyd heta niha, rêvebirîya bajêr jimareke peykeran ji cîhê wan rakiribûn.