Herikîna Petrolê ji Xeta Kerkuk-Ceyhanê Jinûve Destpê Kir

Sazîya veguhestina petrolê ya Tirkîyê (BOTAŞ) îro Çarşemê dîyar kir ku herikîna petrolê ya ji ser borîya ya zevîyên enerjîyê yên Îraqê bi bazarên navneteweyî ve girê dide, jinûve destpê kiriye.

Veguhestina petrolê piştî peqîneke di borîyên petrola xam yên xeta Kerkuk-Ceyhanê li bajarê Kahramanmaraş de rawestiyabû. Piştî peqînî şewat derketibû.

Karbidestên Tirk dan zanîn ku qutbûn û peqîn bi sedema 'stûneke elektrîkê ya ku jiber şert û mercên nebaş yên hewayê qelibîye' çêbûye.

BOTAŞ'ê bi daxuyanî ragihand ku şewata ku di encama peqînê de derketibû bi temamî hatiye vemirandin û herikîna petrolê îro ji saet 11'an ve jinûve destpê kiriye.

Piştî peqîna ser xeta Kerkuk-Ceyhanê li başûrê Tirkîyê, nirxê petrola xav ya navneteweyî roja Sêşemê giheşt asta herî bilind ya heft salan.

Xeta Kerkûk-Ceyhanê rojane zêdeyî 450.000 varîlan ji zeviyên petrolê yên li bakurê Îraqê digehîne bendereke Tirkîyê ya li Derya Sipî.


Wezareta petrolê ya Îraqê jî bi daxuyanîyeke de ragihand ku divê rawestandin bandorê ser asta derfirotinina wê ya giştî neke.


Hikûmeta federal ya Îraqê rojane nêzî 75 hezar varîlan ji ser vê xeta petrolê derdixe.

Her wiha, xeta Kerkuk-Ceyhanê ji nav Herema Kurdistana Îraqê derbaz dibe ku petrola mayî lê zêde dike.

Karbidestên Kurd heya niha di derbarê bandor û encamên qutbûna xetê de ti daxuyanî nedane.