Hûrgiliyên Aloziyên di Navbera Herêma Kurdistanê Û Bexda de, li Ser Bîrên Petrolê

Zeviyên Petrolê li Kerkuk

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Kompaniya Petrola Bakur ve bi destdirêjiya li ser du zeviyên petrolê yên Kerkûkê, Bay Hesen û Dawode, tê tawanbarkirin û ev yek jî nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser pirsa petrolê germ dike.

Di daxuyaniyekê de Kompaniya Petrola Bakur, bi behaneya ku bîrên petrolê (Xurmala, Koromor, Avana, Safaiye) ji aliyê Herêma Kurdistanê ve dest biser da hatine girtin, gef xwarin û giliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, hikûmeta herêmê jî di bersivdana Şerîketa Petrola Bakur de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kampanyaya li dijî Herêma Kurdistanê siyasî ye, ne yasayî ye û petrol milkê giştî yê hemû Iraqiyan e, ne kompaniyekê."

Her du bîrên petrolê li gundê Leheban yê ser bi navçeya Sargeran ya girêdayî navçeya Dibsê ya rojavayê Kerkûkê ne.

Mihemed Husên ji Dengê Amerîka re got: Sala borî DAIŞê êrişî gundê Leheban kir, ji ber ku di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de valahiya ewlehiyê hebû, ji ber wê jî Mistefa Kazimî serdana wê deverê kir û bi pêşveçûna Pêşmerge û artêşê ew valahî tijî kir.

Zeviyên Petrolê li Kerkuk

Wî jêderî eşkere kir ku gundê Leheban nêzîkî 10 bîrên petrolê hene, bîrên petrolê kevn in û rojane 2 hezar bermîlan berhem tînin û got "Ji ber vê yekê kompaniya petrola Bakur hatiye agahdarkirin û gilî li wan hatiye kirin."

Piştî daxuyaniya Şirketa Petrola Bakur û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li dijî hev, Fraksiyona Tirkmenan ya Parlamentoya Iraqê ku hejmara wan 7 parlamenter in, daxwaz ji Serokwezîr Mistefa Kazimî kir ku ji bo kontrolkirina bîrên petrolê hêzê bikar bîne.

Alîkarê Parêzgarê Kerkûkê Elî Hemedî ji Dengê Amerîka re got "Nakokîyek li ser petrolê di navbera Şîrketa Petrola Bakur û Herêma Kurdistanê da heye, lê arasteya qebarê wan nakokiyan heta niha ji bo rêveberiya Kerkûkê ne diyar e."

Daxuyaniyê her wiha hikûmeta Herêma Kurdistanê bi destdanîna ser bîrên petrolê yên Koromoriyê li devera Qadir Kerem ya navçeya Çemçemal û Xurmala li nêzîkî Mexmûrê tohmetbar dike û ji wê demê ve her du bîrên petrolê di bin kontrola Herêma Kurdistanê da ne.

Piraniya elektrîka Herêma Kurdistanê ji gaza kêlgeha Koromorê tê berhemanîn û gelek petrol jî ji kêlgeha nefta Xurmalayê tê berhemanîn, ji ber wê jî daxuyaniya Kompanyaya Nefta Bakur bûye sedema hêrsbûna herêmê.

Husên dîsan wiha got "Xurmela û Koromor beşeke ji çarçoveya erdnîgariya Kompaniya Petrola Bakur."

Dadgeha Federalî ya Iraqê proseya neft û gazê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) nedestûrî ragihand bû, û nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji nû ve derketin holê.

Rewş giha wê astê ku Wezareta nefta Îraqê, bang li hemî kompaniyên petrolê kir ku serdana wezareta wan bikin, ev jî weha hat şirovekirin ku wezaret dixwaze kompaniyên petrolê ji herêma Kurdistanê dûr ragire.