Herêma Kurdistanê Zêdebarî Kirîza Abûrî Derdanên Şerîketên Biyanî Dide

Şerîketên petrolê yên li Herêma Kurdistana Îraqê kar dikin, roja Çarşemê dan eşkere kirin ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê xercî û pereyên mehane di dema xwe de dane wan, weke karmendên şerîketên biyanî dibêjin, herçende kirîza abûrî heye, lê wan xerciyên xwe yên meha Tîrmehê di dema xwe de stendin e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bakurê Îraqê, rastî gefên sizayên abûrî tê ji sedema encam dana referenaduma serxwebûnê ya ku li roja 25 Îlona bûrî pêkhatî.

Genel Energy ya ku, navê wê li London'ê hatiye tomar kirin tevî şerîkên xwe 10.39 mîlyon dolar ji firotina petrola bîrên Teq Teq stendin e.

Herwiha şerîketa DNO ya Norwecî ya petrol û gazan da zanîn ku, wan 39.5 mîlyon dolar ji hikûmeta herêmê wergirtine ji encama firotina petrola Tawikê ku 25% para Genel Energy ye.

Weke Reuters radigihîne, DNO û Genel Energy, ev du salin bê rawestan pereyên xwe di dema xwe de distînin, pereyê ku, ji encama firotina petrolê ji bîrên petrola herêmê û kerkukê û veguhastina bi rêya Tirkiyê bidest dixe.

Derdanên şerîketên biyanî nîşana wê yekê ye ku, rewşa şerîketan dê weke berê li herêma Kurdistanê bimeşe, ya ku, ev 3 salin bê hikûmeta navendî li Bexda petrola herêmê bi rêya bûriyan dişînin Tirkiyê û ji wir li bazarên biyanî tê firotin.

Ji hejî bîr xistinê ye ku, ji encama referanduma serxwebuna herêma Kurdistanê ji Îraqê, hikûmeta Bexda piştî 25 meha Îlonê ku roja encam dana referandumê bû, gelek siza danîne ser herêma Kurdistanê, herwiha Tirkiye, Îran û Iraqê civînên hevbeş pêk anîne bo danîna sizayên zêdetir li ser herêma Kurdiatana Îraqê.