Partiyên Kurdan yên opozisyona Rejîma ku li Herêma Kurdistanê dimînin, çekdanîn û girtina baregehên xwe red dikin, û tekez dikin ku ew ê hêzên xwe "bo nava kûrahiya axa Îranê" veguhezînin eger zext li wan were kirin ku baregehên xwe yên leşkerî bigrin.
Amanc Zibayî, endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) ji Dengê Amerîka re got ku biryara cîbicîkirina her fişareke navdewletî vedigere bo biryardana partiyê bixwe, lê ew dûr dibîne ku PDKI biryarek weha bipejirîne.
Wî ji Dengê Amerîka re got: "Mijara girtina kampa hêzên Kurdî bi rêkeftina Iraq û Îranê ve girêdayî ye. Eger ji me were xwestin ku çekan deynin, wê demê polîtburoya siyasî û serkirdayetiya Demokrat dê biryarê bidin."
Zîbayî got: "Me hemû yasa parastine û em ji bo Îranê nebûne metirsî. Em şerê siyasî dikin û ji bo parastina xwe me çek hildigirine."
Di 19ê Gulanê de, Sekreterê Encumena Asayişa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî serdana Iraqê kiribû û piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîaa el Sûdanî re, bi Şêwirmendê Ewlekariya Iraqê Qasim El-E'recî re peymanek ewlehiyê îmze kiribû.
Mercên peymanê hîn bi fermî nehatine eşkere kirin.
Ofîsa serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew rêkeftin ji bo “parastina sînorên hevbeş di navbera her du welatan de ye”, bêyî ku behsa pirsa bêçek kirina hêzên Kurdistana Îranê bike. Lê çavkaniyekî Iraqî ku di îmzekirinê de cih girtiye ji Reutersê re gotiye ku "Hikûmeta Iraqê soz daye ku rê nede hêzên çekdar ku axa Kurdistanê ji bo êrişkirina Îranê bikar bînin."
Hefteya borî nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax ji Dengê Amerîka re gotibû ku Îran pêngavan diavêje ji bo bêçekdarkirin û girtina baregehên partiyên kurdî. Nazim Debax hişyarî da lawazbûna pêgeha Herêma Kurdistanê û got, “Weke nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê haya wan ji bûyer û peyaman nîne û em îzole bûne.
Hewldanên Îranê ji bo girtina baregehên partiyên Kurdistanî di demekê de ye, ku çendîn caran baregehên Partiya Demokrat, Komale û Partiya Azadî li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê ji aliyê Îranê ve aramnc hatine girtin û di encamê de 22 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Peyvdarê Partiya Azadiya Kurdistanê Xelîl Nadrî wiha got: "Em weke Hêzên Pêşmerge yên Rojhilat naxwazin çekan deynin. Lê emê barê herêmê jî giran nekin, ger bixwaze emê hêzên xwe derbasî kûrahiya Rojhilatê Kurdistanê bikin."
Herwiha wî got "Eger bi fermî ji me were xwestin ku çekan deynin, em amade ne ku jin û zarokan li kampan bihêlin û radestî Neteweyên Yekbûyî bikin."
Tevî zextên Îranê yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, partiyên Kurd yên opozîsyona Îranê tevî ku hay ji tevgerên herêmî yên li dijî wan hene, tekez dikin ku heta niha bi fermî ji wan re nehatiye gotin ku çekan deynin û baregehên xwe bigirin.
Peyvdarê Komeleya Şoreşgêr ya Zehmetkêşên Kurdistanê Atta Seqzî ji Dengê Amerîka re got: "Em dizanin ku behsa girtina bingeh û baregehên me hatiye kirin, lê bi awayekî fermî ji me re nehatiye gotin. Em bi ti awayî çekan bernadin."
Atta wiha got "Eger ji bo çekdanînê zext li me bihê kirin, wê demê têkoşîna me dê derbasî qonaxeke nû bibe, ji ber bêçekkirin ji bo me ew xeta sor e û Pêşmerge nayên kontrolkirin."