Wezîrê navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya îro Çarşemê ragihand ku di êrîşeke ser kargehek berevanîyê ya li nêzî paytext Enqerê de 4 kes hatine kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûn.
Yerlîkaya li cîhê ji rojnamevanan re got ku herwiha dîyar kir ku 2 çekdarên- yek jin, yek mêr ku êrîş kirine ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.
Wî got ku lêkolîna jibo dîyarkirna nasnameyên 2 çekdarên hatine kuştin, didome.
Wezîr Yerlîkaya destnîşan kir ku heya niha koma li pişt êrîşê hîn ne dîyar e.
“Têkoşîna me heta terorîstê dawî were tunekirin wê bi biryardarî û dilsozî berdewam bike, “ wî di daxuyanîyeke cuda de li ser X’ê got.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî êrîş şermezar kir û jimara kuştîyan piştrast kir.
Erdogan ev agahî Hilcivîna BRICS ya li bajarê Kazan li Rûsyayê da, di preskonferanseke hevpar ya di gel hevtayê xwe yê Rûsî Vlademir Putin.
TUSAŞ yek ji girîngtirîn kompanîyên berevanîyê û esmanî yên Tirkîyê ye û zêdetirî 10 hezar karmendên wê hene.
Jêder: X, medya Tirkîyê