Pentagon: Leşkerên Tirk dê Nekevin Hindurê Minbicê

Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê Kolonel Sean Ryan dîyar kir ku hêzên Amerîka û Tirkîyê li dora Minbicê ji hevdu cihê digerin û da zanîn ku ewê leşkerên Tirk nekevin hindurê wî bajarî.

Kolonel Ryan, ji Bexdayê bi rêka vîdeokonferansê brîfîng da nûçegihanên Pentagonê.

Ser pirseke derbarê Minbicê, Ryan dîyar kir ku kontrola temamê herêmê di destê Civata Leşkerî ya Minbicê de ye.

Ryan da zanîn ku Amerîka li herêmê hejmara leşkerên xwe û operasyonên xwe neguherandine.

Bo pirsa ‘’Amerîka û Tirkîyê bo neketina hindurê Minbicê ti peyman îmza kiriye?’’ jî Ryan got ku peymana Amerîka û Tirkîyê hê nû tê koordîne kirin û ew di qonaxa pêşî yê peyvajoyê de ne, wan li ser hûrgilîyan danûstandin nekirine û ewê taktîkên leşkerî jî di rojên pêş de biaxifin.

Ryan dîyar kir ku li herêmê armanca wan ya sereke bi hevkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bidawîkirina DAIŞ’ê ye û ew dixwazin berevanîya aştî û îstiqrara herêmê bikin.

Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê dîyar kir ku di demên cengê de ti tişt sed ji sedê nayê misoger kirin û got ku hesasîyeteke siyasî ya zêde heye û dê leşkerên Tirk li derveyî Minbicê bimînin.