Pentagon Dibêje Operasyona Dijterorê li Îdlibê Serketî Bû

Xanîyeke wêrankirî piştî operasyoneke leşkerî ya Amerîkî li gundê Atmê ya li herema Îdlibê li bakurê rojavayê Sûrîyê 3'ê Sibata 2022'an.

Wezareta Berevanîyê ya Amerîka (Pentagon) îro Pêncşemê dîyar kir ku hêzên taybet yên Amerîkî li gundê Atmê ya li herema Îdlibê li bakurê rojavayê Sûrîyê operasyoneke dij terorê ya serketî pêk anîye.

" Hêzên Operasyonên Taybet yên Amerîkayê yên di bin kontrola Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê de îro danê êvarê li bakurê rojavayê Sûrîyê operasyoneke dijterorê pêk anî. Operasyonek serketî bû, "berdevikê Pentagonê John Kirby di daxuyanîyekê de got.

Di daxuyanîya berdevikê Pentagonê John Kirby de di derbarê operasyonê û armanca wê de, ti agahî nehat dayîn,

Kirby tenê dîyar kir ku ti ziyanên canî yên Amerîkî çênebûne û wê artêşa Amerika piştre pêzanînên zêdetir eşkere bike.

Çend jêderên serhildayan yên li heremê got ku ew bawer dikin ku armanc cîhadîyekî payebilind bû, lê nikarin piştrast bin ku kî ye.

Rûniştvanên heremê ji rojnamevanan re got ku operasyon nêzîk du saetan berdewam kiriye û bi helîkopteran, gulebaran û peqînan pêk hatiye.

Wan îdia kir ku di encama operasyonê de çend sivîl jî hatine kuştin.
Herema Îdlibê beşa dawî ya Sûrîyê ya ku di bin destê serhildayan de ye û nêzî sînorê Tirkîyê ye.

Hevdem, li heremê gelek berpirsên payebilind yên el-Qaîde û komên çekdar yên din hene.

Artêşa Amerîkî berê jî dijî rêberên payebilind yên el-Qaîde yên li heremê gelek caran êrîşên esmanî yên bi dronan pêk anîbûn.