Pentagon: DAIŞ li Sûrîyê û Îraqê Jinûve Gur Dibe

(arşîv)

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) dîyar kir ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Sûrîyê jinûve gur dibe.

Di rapora Pentagonê de, ku bo Kongresê hatiye hazir kirin, tê gotin ku piştî hin leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişîyane, çekdarên DAIŞ’ê careke din komên xwe çêkirine.

Li gor raporê, tevî ku DAIŞ li Reqa, ku wê rêxistinê wek paytexta xwe didît, bi temamî hatiye têk birin jî tê ragihandin ku rêxistin bi qelsîya hêzên herêmî re xwe xurt dike.

Pentagon bal dikişîne ku DAIŞ’ê li Îraqê kapasîteya bo lidarxistina çalakîyan berfireh kiriye.

Rapora Pentagonê ser qonaxa di navbera 1’ê Nîsanê û 30’ê Hezîranê de hatiye hazir kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Amerîka di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike.

Tirkîye, HSD dijminê axa xwe dihesibîne û dijî gefên operasyonan dixwe.