Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand ku ewê Washington hin firokên F-35 û F-16 û gemîyeke şer bişîne Rojhilata Navîn.
Pentagonê dîyar kir ku ew firok û gemî jibo şopandina rêkên avê yên Rojhilata Navîn têne şandin.
Îran di mehên dawî de dest datîne ser gemîyên bazirganîyê yên veguhestinê ku vê yekê jî li Amerîka nerazîbûn çêkiribû.
Qesira Sipî di meha Gulanê de dîyar kiribû ku rêvebirîya Serok Joe Biden wê li herêmê hin gavên nû biavêje, lê ser gavan hûrgilî nedabû.
Berdevka Pentagonê Sabrina Singh ji rojnamevanan re dîyar kir ku ewê bi gavên nû hebûna wan ya li herêmê û kanîna wan ya jibo şopandina Kendeva Hurmuzê û dora wê çetir bibe.
Gemî û firok dê kengî herin herêmê û heta çi demê li wir bimînin nehat eşkere kirin.
Di vê demê de ku girjîya navbera Amerîka û Îranê didome, ji 2019’an vir ve dijî gemîyên li ava Kendavê êrîş çêdibin.
Hêjayî balkişandinê ye ku ji pênc paran pareke petrol û berên wê yên li cîhanê ji Tengava Hurmuzê re derbaz dibin.
Jêder: Reuters