Pentagon Dibêje Du Pîlotên Ukraynî li Arîzona Ne

Pentagonê ragihand ku du pîlotên Ukraynî bo perwerdehîya firînê li Amerîka ne.

Karbidestekî leşkerî yê Amerîkî piştrast kir ku pîlot derbazî Tucson ya Arîzona bûne.

Wî karbidestê leşkerî dîyar kir ku ew pîlot bo çavnasîyê li wir in.

‘’Ev çavnasî rê dide me ku em baştir alîkarîya pîlotên Ukraynî bikin’’ wî karbidestî got.

Li gor ragihandina karbidestî, pisporên Amerîkî dê şîretan li wan bikin ka ew çawa dikarin kanînên xwe yên firînê pêşde bibin.

Kîev ji Amerîka firokên şer yên F-16 dixwaze, lê tevî hemî zextan jî Washington vê daxwazê red dike.

Jêder: AFP