Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence li Hilcivîna Rojhilata Navîn ya li Polonya Rûsya rexne kir.
Pence dîyar kir ku Rûsya bi çavkanîyên enerjîyê, çekên navokî û maytekirina li hilbijartinan hewil dide ku tifaqa rojava parçe bike.
Piştî civîna bi Serokomarê Polonya Andrzej Duda re, Pence da zanîn ku Polonya hay jê heye ku cîrana wê ya li rojhilat ‘’metirsîyeke çiqas mezin’’ çêdike.
Pence di konferansekê dê qala plana Amerîka ya ser vekişîna ji Sûrîyê bike.
Zava û şêwirmendê Donald Trump, Jared Kushner jî dê di konferansê de behsa plana aştîyê ya Rojhilata Navîn bike.