Piştî Pênasîna Fermî, Pence Serdana Orşelîmê Dike

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence roja Duşemê got ku ew serbilind e li Orşelîm, bi serokwezîrê Îsraîl Benjamin Natanyahu re kom bû, di vê demê de ev bajar ji hêla Amerîka ve, bi fermî wek paytexta Îsraîlê hat nasîn.

Serok Donald Trump dev ji sîyaseta bi salan ya Amerîka berda û got ku Orşelîm paytexta Îsraîlê ye û ferman da pêwajoya veguhestina balyozxana Amerîka ji Tel Avîv bo wî bajajarî destpê bike.

“Serok Trump piştrast kir ku bi rêya bi fermî nasîna Orşelîm wek paytexta Îsraîl, emê derfetekê ava bikin ku danûstanên di navbera Îsraîl û Fîlîstînîyan bi nîyetek baş pêşde biçin. Serok Trump bi rastî bawer dike ku pisgirêk dikarin bên çareser kirin.”

Netanyahu spasîya Trump û Pence kir bo tiştê wî wek “ragihandina dîrokî” bi nav kir û idîa kir ku pêwendîyên Amerîk-Îsraîl ti caran ev qas bihêz nebûne.

Zêdebarî gerek gotûbêjên dualî, Pence herwiha gotarek li Knesst, encûmen qanûndanerên Îsraîlî, pêşkêş dike.

Karbidestekî payabilind yê Qesra Sipî got ku cîgirê serok dê behsa peywendîyên Amerîka-Îsraîl, rêkên pêşgirtin ji kartêkirina Îranê li wê herêmê, û stratejîya ser alozîya Sûrîyê bike.

Pence, berî ku here Îsraîlê seredana Urdonê û berî wê jî seredana Mîsirê kiribû û bi rêberên wan du welatan re kom bibû.