Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçirvan Barzanî bi rêka telefonê axifîin.
Pence êrîşa Îranê ya dijî herêma Kurdistanê şermezar kir û dîyar kir ku Tehran dixwaze îstiqrara cîranê xwe yê herî nêz xirab bike û gefan bixwe.
Her du rêber ser rewşa rêvebirîya Kurdan axifîn û hevkarîya stratejîk ya Kurdan û Amerîka dubare dîyar kirin.
Di axaftina berî salvegera 11’ê Îlonê de, Barzanî da zanîn ku Amerîka bo dijî têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) piştgirî daye û dîyar kir ku divê hevkarîya dijî terorê were xurt kirin.
Pence, Barzanî ser azadîyên olî yên Herêma Kurdistana Îraqê pîroz kir û da zanîn ku bo pêkhateyên olî yên ku zordestî vegerin warê bav û kalên xwe ewê tev bixebitin.