Hêzên ewlekarîyê îro Duşemê ragihand ku wan di nava 6 rojan de bi giştî 299 penaber li Wanê desteser kirine.
Di çarçoveya heman opeasyonan de roja Yekşemê li ser rêya bajarokên Gurpinar û Gevaşa Wanê 71 penaber di mînîbûsekê de hatin desteser kirin, ku di nava wan de ajokar E.Y. jî heye.
Heman jêder dîyar dikin ku wan 15 kes bi gumana qaçaxcîtîyê desteser kirine, dest danîne ser 9 wesayîtan û bi giştî 135 hezar 325 TL cezayê pere li wan li qaçaxcîyan birîne.
Tevî hemî tedbîrên ewlehîyê yên li ser sînorê Tirkîyê û Îranê, hatina penaberan ya Wanê berdevam dike. Li gor pêzanînên wezareta navxweyî ya Tirkîyê ji serê salê heta niha 100 hezar penaber hatine desteser kirin ku piranîya wan ji Afganan pêk tê.
Berdevka Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Shabia Mantoo got ku ji meha Berfanbara 2020’an vir ve 550 hezar kes ji Afganistanê ji cîhên xwe bûne û 2 mîlyon û 900 hezar kes jî li nava welêt bûne derbider.
UNHCR pêşbînî dike ku heta dawîya vê salê 515 hezar kesên din ji Afganistanê koç bikin.
Your browser doesn’t support HTML5