Di rûdaneke trafîkê de 12 penaber li bajarokê Begirîya (Muradîye) Wanê canê xwe ji dest dan.
Li gor jêderên xwecihî minibusa penaberan nêzî Taxê Anzafê (Yumakli) ji rê derkeft û dolbû nava nihalê û agir pêket.
Heya ku tîmên rizgar kirinê gihiştin cîhê bûyerê 6 penaber di encama şewatê de, bi giştî 12 penaber canê xwe ji dest dan û nêzî 20 penaber jî birîndarbûn.
Tîmên rizgar kirinê termên qurbanîyan û birîndaran veguhastin nexweşxaneyan.
Li gor daneyên baroya Wanê her sal hezaran penaber ji Afganistan, Bangladeş, Pakîstan û Îranê derbazî bajarê Wanê dibin.
Di Dema vê rêwitîya bi zehmet de hejmarek zêde penaber jiber dijwarîya hewayî û erdnigarîyê, binavbûna beleman di behra Wanê de û di encama rûdanên trafîkê de jîyana xwe ji dest didin.
Komela Mafê Mirovan (IHD) dide zanîn ku ji destpêka 2020’an heta niha herî kêm 75 penaber li Behra Wanê û ser sînorê navbera Tirkîyê û Îranê canên xwe ji dest dane.
Your browser doesn’t support HTML5