Li Wanê Koçberên Rojava Bo Vegera Warên Xwe Bitirs In

Penaberên Sûrî li Tirkiyê

Li gor danêyên Wêzareta Navxweyî ya Tirkîyê, piştî şerê navxweyî yê Surîyê nêzî 3 mîlyon kesî koçberî Tirkîyê bûne. Piştî guhartina densthilata Şamê, pirsa sereke ew bû ku gelo penaberên li Tirkîyê dê vegerin warên xwe an ne?

Li gor daxuyanîya herî dawî ya Wezarê Navxwe yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya, êdî Surîye hatiye rizgar kirin û di nava 15 rojan de 25 hezar penaberên Surî ji Tirkîyê vegeryan welatê xwe.

Lê hin ji van penaberan hene ku hin jî Surîyê bo xwe ewleh nabînin. Beşek ji van penaberan Kurdên Surîyê ne ku ew ji Efrîn, Kobanî û Şamê koçberî Wanê bûne.

Tevahîya kesan ku bo Dengê Amerîka axiftîn, jiber sedemên ewlehîyê nexwastin ku cîh û navê wan eşkere bibin.

A.H bavê 4 zarokaye û di 2014’an de dema Dewleta Îslam (DAİŞ) êrîşî Kobanîyê dikin, ew û malbata xwe ji sînorê Tirkîyê derbaz dibe û tê bajarê Wanê.

Wî got, "Di sîstema nû de tiştekî ku dîyar bike tune. Erê Beşar Esad çû, lê şûna Beşar çî heye? Dê çi bibe? Ne dîyar e. Dê çiqas rehet be? Dê çîqas nerehet be? Em wê jî nizanin. Ev rewş dê di pêşerojê de dîyar bibe. Li gor wê; em vegerin an ne? Jixwe me bîrya axa xwe kirîye, em dixwazin vegerin. Lê ez sibê van zarokan bibim wê derê dê pêşeroja wan çîbe ne dîyar e. Kobanî niha tevlîhev e û şer heye û em nikarin niha biçin."

M.D dayika 5 zarokan e. Ew dibêje ku avahîyê wan yê li Şamê ji alîyê leşkerên Esad ve hatiye şewitan din û ew bi alîkarîya cîranên xwe yên Alevî ve rizgar bûne. Wan piştî vê bûyrê koçî warê bav û kalên xwe Efrînê kiribûn, lê vê çarê jî ew jiber birçîbûnê li gel zarokên xwe, koçî Wanê kirin. Ew dibêje ku desthilata Surîyê a nû; DAİŞ bi xwe ye û bajarê wan Efrîn jî di bin destê çeteyan de ye.

"Jixwe ev hikûmeta nû ya Surîyê DAİŞ e. Ev hikûmeta Surîyê berya çend salan ketibûn nava Kobanîyê 400-500 mirov bi kêran serê wan jê kiribûn. Niha jî dibêjin ev şaşîyên şer bûn. Lê niha li Efrînê 800 darên giz û zeytûnan me dest danîne ser. Dîsa apê min piştî mir malê wî hemî dest danîn ser. Heman rewş jibo bavê min jî heye. Çeteyan bo paşvedayîna malê bavê min 2500 dolar xwastin, lê bavê min got wan; ez niha vî pereyî bidim, hin çete din dê werin û dîsa dest danîn ser. Çeteyan jî got ku em dê vê carê avahîyên wê bombe bikin."

Di 2018'an de hêzên Tirkîyê û Artêşa Niştimanî a Surîyê (SMO) bi hinceta hebûna Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) li dijî Efrînê operasyonek leşkerî dabû destpêkirin û hemî bajêr hildabû bin konturola xwe. Hikûmeta Tirkîyê, Efrîn wek jî "terorî hatî rizgar kirî" nîşadan. Lê M.D dibêje ku piştî operasyona Tirkîyê, piranîya Kurdan hatin koçber kirin û mal û axa wan bi darê zorê ji wan hat sitandin.

"Divê Efrîn ji berê çêtir be, jiber ku em wê çaxê bin hikmû Esad de bûn ziman û çanda Kurdan qedexe bû. Me nedikarî di nava xwe de jî qise bikin. Niha jî bo me Kurdan çî guhartin tune. Rest e, Surîyê ji Ereban re ava bû, lê ji Kurdan re ava nebûye. Heya Ereb destê xwe ji axa me nevekêşin û ew der nekevin bin destê Kurdan em venagerin."

Hêjayî gotinê ye ku piştî desthilata Esed hilweşîya, rêvebirîya Şamê di 8'ê Berfanbarê de ket destê Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ). Lê Bakur û Rojhilatê Surîyê hin jî di destê Hêzên Surîya Demokratîk (HSD) de ye û Tirkîye, HSD, YPG û YPJ wek baskên PKKê û rêxistinên "terorîst" dibîne û dixwaze ku di serî de Kobanî û hemî deverê hilde bin kontrola xwe. Lê Amerîka û Koalisyona Navnetewî ya şerê li dijî DAIŞê wan hevparên herî bihêz yên şerê li dijî DAIŞê dibîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Koçberên Kurdên Rojava li Tikriyê.mp3