Seroka Civata Nûneran Pelosi bi Vîrusa Korona Ket

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi bi vîrusa korona ketiye.

Reutersê dîyar kir ku niha li ser Xanim Pelosi ti semptomeke korona tune.

Berdevikê Pelosi da zanîn ku testa vîrusa korona ya di serê hefteyê de ya rêbera Demokrat negatîf bûye, lê testa wê ya li dû wê pozîtîf derketiye.

Xanim Pelosi dê li gor rêzikên federal di karantînê de bimîne.

Di rojên dawî de bi dehan karbidestên federal bi vîrusa korona ketine.

Qesira Sipî ragihand ku testên dawî yên Serok Joe Biden û cîgira wê Kamala Harris negatîf in.