Civata Nûneran Pêşenûma ku Erka Trump Sînor Dike Erê Kir

Civata Nûneran, jibo ku pêşî li biryarên operasyonên leşkerî bi ser îranê bigre, pêşnûmaya ku erka Serok Trump bi sînor dike, qebûl kir.

Pêşnûma li hember 194 dengan bi 224 dengan hat qebûl kirin.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi roja Pêncşemê di dema ragihandina dengdanê de rexne li serokê Amerîka Donlad Trump kir ku bêyî şêwra kongresê fermana kuştina Generalê Îranî Qasim Silêmanî daye.

Pelosî jibo biryara kuştina Silêmanî "provakatîf û bê plan" binav kir û got li ser leşker û dîplomatên Amerîkî xetere çêdike.

"Rêvebirî, jibo pêşî li alozîyên giran bigre, li ser stratejîya bi bandor û lezgînî bi Kongresê xebtake hevpar bike. Ne Amerîka ne jî cîhan di bin barê şerekî nû de nikare rabe" got Pelosi.

Piştî erêkirina civata nûneran pêşenûma dê bihinêrin Civata Senatoran.