Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 175 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 175,010,665 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 33 mîlyon e. Li dû Amerîka bi nêzî 30 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 17,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,776,333 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi nêzî 600 hezar mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi pirtir ji 480 hezar mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 103,285 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.