Hejmara Pêketîyên Korona ji 172 Mîlyonan Borî

Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 172 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 172,323,906 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 33 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 28,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 16,8 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,705,325 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 596,943 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 469,388 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tespît kirin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 103,095 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.