Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 160 Mîlyonî Borî

Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 160 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 160,046,937 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 32,8 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 23,3 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 15,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,3 mîlyon kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 583,646 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 428,034 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 102,662 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.