Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 17 Mîlyon Derbaz Kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 17 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 17,033,048 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 4,4 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi 2,5 mîlyon pêketîyan Brezîlya, 1,5 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê pirtir ji 667,000 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi pirtir ji 150,000 mirinên ji vîrusa korona di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 90,134 mirinan Brezîlya û 46,046 mirinan Brîtanya heye.

Ew vîrus di dawîya Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 87,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,658 kes bi wê mirine.