Hejmara Pêketîyên Korona 6,000,000 Derbaz Kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 6,000,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 6,064,77 8 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 1,770,000 e.

Li dû Amerîka, bi 498,000 pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 396,575 pêketîyan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 103,000 kes, li Brîtanya 38,458 kes û li Îtalya jî 33,340 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,638 kes bi wê mirine.