Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûrîyê îro Çarşemê got ku ew pêşbîn dike ku nûnerên hikûmet û opozisyona Sûrîyê meha bê gotûbêjên derbarê reformên destûrî ji nû ve destpê bikin.
Geir Pedersen ev axaftin bo rojnamevanan li paytexta Sûrîyê Şamê got. Li wir, ew ligel karbidestên Sûrîyê, di nav de jî Wezîrê Derve Feysel Miqdad, civîya.
Gotûbêj di navbera herdu alîyan de li Cinêvayê di Cotmehê de hatin rawestandin, dema ku Pedersen got ku nerazîbûna hikûmeta Sûrîyê jibo danûstandinên ser guhertinên di destûra Sûrî de sedema serekî bû ku ew gotûbêj negihiştin serî.
“Divê ez bibêjim ku piştî nîqaşên min yên îro, ez bêtir geşbîn im ku pêkan e gera heftan ya komîteya destûrî çê bibe, bi hêvîya ku ev yek di Adarê de pêk were,” Pedersen got.
Nûnerê NY herwiha da zanîn ku ewê ligel nûnerê hikûmetê Ehmed Kuzberî kom bibe û paşê jî peywendîyê ligel Etîlafa opozisyona Sûrî jî bike. Piştî wê jî “emê karibin vexwendinan bişînin.”
NY hêvî dike ku ev gotûbêj bibin destpêka çareserîyeke sîyasî bi mebesta ku dawî li şerê Sûrîyê bibe. Di şerê ku ji sala 2011’an ve destpê kiriye de, nîv milyon kes hatine kuştin û dora 11 milyonan jî derbider bûne, ku nêzîkî pênc milyonan ji wan li welatên derdora Sûrîyê bûne penaber.