Berpirsên Pakistanê didêjin sê çekdaran li bajarokê Gwadar ê başûrê rojavayê welêt êrîşî hotêlekê kir û di encamê de nobedarekî hotêlê hate kuştin.
Di daxuyaniyekê de leşkeran got êrîşa li ser hotêla Pearl Continental îro Şemiyê bû û hemî mêvanên wê bi silametî ji hotêlê hatin derxistin.
Gurûpa cudaxwazên Balûş a bi navê Artêşa Rizgarkirina Balûş di daxuyaniyekê de berpirsiyariya êrîşê ragihand.
Hotêl li nêzîkî xaleke deryayî ya Gwadar e ku Pakistanê bi alîkariya Çînê di van salên dawî de ava kiriye.
Gwadar derdora 700 kîlometir li başûrê rojavayê Quetta ya paytexta parêzgeha Balûşistanê ye.
Herêm carna rastî êrîşan tê ji aliyê cudaxwazan ve ku daxwaza beşeke bêhtir ji gaza xweristî û çavkaniyên kanan dikin.