Di Roja Aştîyê ya Navnetewî de, Aştî li Sûrîyê Çiqas Pêkan E?

Cîhan tevahî di 21ê Îlonê de Roja Aştîyê ya Navnetewî pîroz dike ku Neteweyên Yekbûyî sala 1981an ev roj jibo pîrozkirina nirxên aştîyê di navbera gelan û neteweyan de destnîşan kiriye.

Li Sûrîyê ku ji sala 2011an ve şerê navxweyî berdewam dike, hin çavdêr dîyar dikin ku asoyên aştîyê û çareserîyê li vî welatî xuya nakin.

Lêkoler li Navenda Sûrî ya Dîyalog û Lêkolînan Silêman Mehmûd dibêje ku tevî hemû însîyatîf û civînên derbarê dosya Sûrî de, lê hîn jî biryardarîyeke navnetewî tuneye ku şer û alozîya li Sûrîyê çareser bike.

"Jiber têkilî û berjewendîyên hevketî û nakok yên pir alîyan, herwiha destwerdana navherêmî û navdewletî, çareserîya navxweyî ne pêkan e. Dewletên weke, Amerîka, Îran, Rûsya û Tirkîye êdî ew faktorên serekî ne û çareserîya alozîya Sûrîyê di destê wan de ye, " Mehmûd got.

Li gor Nîşandeka Aştîya Cîhanî ya sala 2024an (Global Peace Index) ku Enstituya Aborî û Aştîyê (Institute for Economics & Peace) di Tîrmehê de belav kiribû, Sûrîye jiber şerê ku lê didome di rêza 156an ji 163 welatan de hatiye, anku dîsa di nava 10 welatên herî li paş di lîsta aştîyê de cîh girtiye.

Herwiha sazîyên mafên mirovan destnîşan dikin ku di nava 13 salan de ji şerê navxweyî li Sûrîyê pirtir ji nîv mîlyon kes hatine kuştin, herwiha nêzî 14 mîlyon kes penaber û derbider bûne.

Aborîya vî welatî jî têk çûye, ji sedî 90ê rûniştvanan di binî asta hejartîyê de dijîn ku Neteweyên Yekbûyî dibêje pêdivîya 16 mîlyon kesî li Sûrîyê bi alîkarîyê heye.

Li ser erdê jî cografîya Sûrîyê li ser çend deverên kontrolê dabeş bûye ku her yek di bin desthilatdarîyeke defakto de ye. Li naverast û rojavayê Sûrîyê rejîma Sûrî, li Bakur Rojhilat Xweserîya Demokratîk û li bakur rojava komên çekdar yên opozisyona Sûrî ku girêdayî Tirkîyê ne.

Lêkoler li Navenda Ferat ya Lêkolînan Çinar Salih dibêje ku piştî pêketina şerê li Ukrayna, herwiha şerê Îsraîl û Hamasê, guhdana navnetewî bi alozîya Sûrîyê kêmtir bûye, herwiha çareserîyeke ku cîhan qebûl bike çênebû.

"Ti alî nikare yên din ji holê rake, em dikarin navê aramîya neyînî li vê rewşa heyî bikin, ewê jibo demekê bidome, çimkî gurbûna şer pir nemaya lê çareserîya giştî jî derneketiye. Her alîyekî di sengerekê de cîhê xwe girtiye û parastiye", Salih got.

Her bi boneya Roja Aştîyê ya Navnetewî, Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) daxuyanîyek belav kir, tê de pabendbûna xwe bi çareserîya sîyasî dubare kir, herwiha dîyar kir ku "Bê dawîkirina dagirkirina Tirkîyê û destwerdanên navherêmî li Sûrîyê aştî pêk nayê".

MSDê herwiha bang li hemû alîyan li Sûrîyê û herêmê kir ku dawîyê li tundîyê bînin û jibo çareserîya sîyasî ya giştî û dadmend kar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Newroz Reşo