Hello Washington: Lihevhatina PDKê û Yekgirtû Çima Hilweşîya?

Rêkeftin û Lihevhatina Partîya Demokrata Kurdistan "PDK" ê û Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê "Yekgirtû" ya derbarê hevparîya di hikûmeta xwecîhî ya parêzgeha Duhokê bidawî hat û hat hilweşandin.

Di daxuyanîyên berpirsên PDKê da tê gotin ku wan daxwaz ji Yekgirtû kiriye da ku hem hevalên xwe ji kampeyna komkirina îmzayan bo lêpirsîn û hazirbûna serokê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî bo parlemena Herêma Kurdistnaê vekişînin û heval û alîgirên Yekgiru yên beşdarîyê di xwepêşandan û hewildanên têkdana ewlehîya herêma Duhokê da nehêlin û rê nedin wan, lê weke PDK e dibêje, Yekgirtû daxwazên wan bi cîh neanîne û li gor gîyanê hevparîyê tev negerîyane, jiber wê yekê wan biryara hilweşandina rêkeftina dualî daye.

Bernama Hello Washington bo danûstandinên li ser vê mijarê mêvandarîya Sebah Babîrî, Serokê Fraksyona Yekgirtû li Encûmena Parêzgeha Duhokê û yek ji lîderên Yekgirtû û Xalîd Ahmed, Kargêrê Liqa Yek ya Partî Demokratî Kurdistan PKDê û Berpirsê Ofîsa hilbijartanan ya PDK li parêzgeha Duhokê kir.

Xalid Ahmed Kargêrê Liqa Yek ya PDKê

Pêşî Xalîd Ahmed got "gelekan hewil dida qewareyê Herêma Kurdistanê hilweşînin, senaryoyên alîyên herêmî, Îraqê hebûn ku alternatîfan bo qewarê sîyasî yê Herêma Kurdistanê çê bikin, jiber wê yekê Partî hez dikir ku yekgirtin hebe, lê ev biryar bo Yekgirtû vedigere ku weke opozisyon kar bike, vê yekê bandor li ser hikûmta xwecîhî ya Duhokê jî kir."

Xalîd Ahmed dîsan got "Di rojên borî da li herêma Kurdistanê kawdanek bi zehmet derket, ji derveyî rewşa natebayî ya petaya Korona, hinek hêzên sîyas, hin layenan hewilda ku rewşa Hewlêr û Duhokê jî têk bidin."

Li ser mijara hilweşandina rêkeftina her du alîyan, Sebah Bapîrî, Serokê Fraksyona Yekgirtû li Encûmena Parêzgeha Duhokê ji Dengê Amerîka ra got “derketina hevalên me ji hikûmeta xwecîhî ne dawîya dinyayê, wan hevalan biryar daye çawa dema dest bikar kirinê kêfxweş bûn wisan derketina ji karên xwe jî dê bi kêfxweşî pêşwazî bikin.”

Sebah Babêrî Yek ji Serkirdeyên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan

Babîr herwiha got "Di civînên hevbeş yên serkirdayeta me û PDKê da, bi zelalî daxwaz hatîye kirin ku hevalên me xwe ji hewildana kom kirina îmzayan vekêşin, eger çi nebe endamên Duhokê yên Yekgirtû bila xwe ji proseyê vekêşin."

Weke Babîr îşretê pê dide ku daxwaz ne hiştina gendelî û çaksazîya rasteqîne û daxwaza lêpîrsîna ji Serok Hikûmetê Herêmê û pirsa fayla petrol bûne sedem ku PDKê vê biryarê bide.

Wek tê zanîn ku Sala 2016an di navbera PDKê û Yekgirtû de li ser rêvebirina hevbeş a hikûmeta xwecîhî ya parêzgeha Duhokê rêkeftin û lihevhatinek hatbû îmza kirin. Li gor wê rêkeftinê, PDKê di rêvebirîya Duhokê de 25 post dabûn Yekgirtû, lê heta dema hilweşandina rêkeftina du alî Yekgirtû dibêje tenê 19 post dabûn wan, ev jî ne li gor rêkeftinê bû ne jî li gor dengên ku Yekgirtû di hilbijartinên Encûmena Parêzgehê da anî bûn, pêwîst bû postên zêdetir di dest Yekgirtû da bane, weke ew dibêjin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hello Washington 25 09 2020