Herêmên nakokbar, pirsa sereke ya duberîya di nava Hewlêr û Bexda de ye, amadekarî hene ku car din, şanda Kurdî vegere Bexda û danûstendinan li gel Bexda encam bidin, tê gotin ku, Kerkuk û herêmên din yên nakokbar dê di danûstendinên şanda Partî Demokartî Kurdistan PDK'ê û Yekêtî Niştîmanî Kurdistan YNK'ê ligel Bexda ête gotûnbêj kirin.
Xalid Şiwanî endamê şanda danûstendinan bi aliyê Îraqê re û endamê Yekêtiya Niştîmanî Kurdistan YNK'ê got"normal kirina rewşa ewlekariya Kerkuk û herêmên nakokbar, dê aliyekê giring yê danûstendinên bi Bexda re bin, û girêdayê wê pirsa postê parêzgarê Kerkukê divê para Kurdan be".
Ji encama rêferanduma payîza 2016an û rewşa taybet ya piştî 16 Oktoberê li herêmên Kurdî bi taybet li Kerkukê derketî holê, Kurdan gelek postên ewlekarî û Îdarî li Kerkuk ji dest dan, niha Kurd dixwazin bi rêya dîyalogê hin postan bi dest bixin.
Your browser doesn’t support HTML5