Bernama Bexşîn ya hezkirî ku di kanala satelaytî, Peyam TV de dihat weşandin, hate girtin.
Pêşkêşvanê bernamê dibêje ku piştî xeleka dawî ya programê, ew ji alîyê hikûmetê hatine agahdar kirin ku divê ew dawî li bernamê bînin.
Hate fêrbûn ku biryar bi kordînasyona wezareta karûbarên olî û wezareta çandî hate dayîn.
“Armanca me sînorkirina wan programan e ku rewşa heyî bi xirabî bi kar tînin û li ser navê rêxistinên xêrxwazî diravan dicivînin," berpirsê ragihandinê yê ezareta karûbarên olî, Merwan Neqşîbendî got.
Your browser doesn’t support HTML5