Paul Reubens Akter Û Afirênerê Pee-wee Herman di 70 Saliya Xwe de Koç Kir

Paul Reubens jiber penceşêrê mir.

Akter û komedyakarê Amerîkî Paul Reubens roja Yekşemê di temenê 70 salî de, li bajarê Los Angeles koça dawî kir. Mirina wî derengê Duşemê hate ragihandin.

Reubens bi navê karketerekî xwe, Pee-wee Herman, tê naskirin. Ew wek zarokekî mezin bi cil û bergên gewr yên teng û kenê xwe yê nayê jibîrkirin, dihate naskirin. Di salên 1980'an de Reubens bûbû nîşaneke balkêş di çanda pop ya Amerîkî de.

Reubens, di fîlmê "Pee-wee's Big Adventure" û di rêzefîlma televîzyonê "Pee-wee's Playhouse" de rolek serekî lîst û bala temaşevanên Amerîkî bi ken û henekên xwe yên ku kêfxweşiyek mezin dida wan kişand.

Li gorî agahiyan, ew ji ber nexweşiya penceşêrê mir. Ev bûbû serê 6 salan ku wî di ber xwe de dida da ku jiyanê berdewam bike.

Reubens daxuyanîyek berî mirina xwe nivîsandibû ku di roja Duşemê de hate belavkirin. Tê de peyamek şand ji hezkirî û heval û dostên xwe re.

"Ji kerema xwe lêborîna min bipejirînin ku min 6 salên nexweşiya xwe û tiştên ku ez rastî hatim di vê nexweşiyê de ji raya giştî re veşartbûn. Min her dem bi hestekî mezin ji heval, bîner û piştgirên xwe hez kiriye û rêz li wan girtiye. Min ji we hemûyan pir hez kiriye û kêfa min ji çêkirina hunerê re hat,” wî di daxuyanîya xwe de got.

Reubens di 27'ê Tebaxa 1952'an li Peekskill- New York ji dayik bû.

Di sala 1970'ê de dest bi xebata xwe ya hunerî wekî komedî kar kir, û dawiyê karektera Pee-Wee Herman bi cil û bergên cuda de afirand.

Ji salên 1980'an ve ew bû karekterekî serekî di çanda henek û komedya Amerîkî de, ku zarok û mezinan tevde jê hez kir û ew êdî di bîr û hişê wan de dimîne.