Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) ya Wanê, Şaxê Komela Mafên Mirovan (IHD) yê Wanê û Komela Malbatên Zindanîyan (TUAY-DER) bi îdîaya êşkenceya “girêdana berazan” ya dîjî 3 girtîyên jin yên li Zindana Panosê (Patnos) raportek weşand.
Li gor raportê, di 31’ê Tebaxê de li Zindana bajarokê Panosa Agirî bo hejmartina girtîyan gardîyanên zilam ketin odeya girtîyên jin û jinan jî bertek nîşanî vê yekê dane û daxwaza gardîyanên jin kirin. Li ser vê rewşê, di navbera girtî û gardîyanan de alozî çêbûne.
Dozgerê Zindana Panosê, piştî bûyerê cezayê dîsîplînê daye girtîyên jin û wan jî ew biryar protesto kiriye û daxwaza hevdîtina ligel dozger kiriye ku parastina xwe bikin.
Li gor heman raportê, 40 gardîyan girtin mezela jinan û êşkence li girtîyên bi navê Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer kirine.
Raport bi taybet bal dikşîne ser şewazê êşkenceya ‘girêdana berazan’ ku piştve dest, ling û serê kesî bi werîsekê ve tê girêdan. Bikaranîna vê şêwazê di bîragiştî ya Tirkîyê de wek ‘domuz bagi’ tê zanîn.
Endama komîsyona zindanan ya OHD ya Wanê Parêzer Mehtap Işik got ku ew bi fikar in ku Tirkîyê vedigere salên 90’î ku di wan salan de êşkencekirina bi şêweyê girêdana berazan zêde bû.
“Bi rastî ew tiştekî pir howane ye. Ew awayê êşkence di sala 90’î de li ser Kurdan hebû û bi gelemperî hember girtîyên sîyasî dihat kirin. Ew êşkence dîsa li girtîgehan diqewime û mirov difikire ku gelo dîsa dizxwan herin salên 1990’î.”
Raport dîyar dike ku komîsyona çevdêrîyê ku ji parêzeran pêk tê, ligel girtîyên hevdîtin kirine û li ser zandik û gewîya wan şopên eşkenceya ‘girêdana berazan’ tesbît kirine.
Işik bal dikşîne ser xala 3’yan ya Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupî ku dibêje "nabe ku ti kes rastî êşkence, cezayên nemirovane yan jî heqaretê were."
“Piştî îdiaya bûyera êşkencê, Mîzgîn Kayitbey ji zindana Kayserî û Lale Kabîşen jî ji zindana Tarsusê re hatine sirgûn kirin, Nazlican Barişer jî hate berdan.
Rêvebirîya zindanê dixwaze ku bi vê şewazê bûyerê çareser bike, lê serlêdanên mexdur û malbatên wan û emê heya dawîyê vê bûyerê bişopînin.”
Parêzer Işik got ku divê bîragiştî li hember van bûyeran de ngê xwe bilind bike ku careke din êşkencêyên bi vî rengî pêk neyên.
Heta ku ev nûçe dihat amade kirin, rêvebirîya zindana Panosê derheqa van îdîayan ti bersîv nedabû.
Your browser doesn’t support HTML5