Balyozxaneya Amerîka ya li Sûrîyê îro got ku li Washington bawer nake ku jibo darxistina hilbijartinan li bakurê Sûrîyê hîn şertên guncaw ava bûne.
Balyozxaneyê li ser hesabê xwe yê medya civakî peyama Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîkî Vedant Patel parve kir ku do Pencşeme di preskonferanseke de bersîva pirseke ser hilbijartinên bajarvanî yên li Bakur û Rojhilata Sûrîyê dabû.
"Any elections that occur in Syria should be free, fair, transparent, and inclusive, as is called for in UNSCR 2254, and we don’t think that the conditions for such elections are in place in NE Syria in present time." -Vedant Patel, Dept. of State Principal Deputy Spokesperson pic.twitter.com/OpTVNRyMoA
— U.S. Embassy Syria (@USEmbassySyria) May 31, 2024
“Her hilbijartinên ku li Sûrîyê çêdibin, divê azad, dadmend, şefaf û hembêzkar bin, wek ku di biryara 2254’an (ya Neteweyên Yekbûyî) de tê xwestin û em bawer nakin ku di dema niha de şert û mercên hilbijartinên wiha li bakurê Sûrîyê hene," Patel got.
Daxuyanîya Washingtonê di vê demê de tê ku Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ragihandibû ku ewê di 11’ê Hezîranê de hilbijartinên bajarvanîyê li dar bixe.
Jêder: X