Fransa jiber Belavbûna Korona li Parîs û Marsîlya Rewşa Awarte Radigihîne

Berpirsê rêvebirîya saxlemîya giştî ya Fransa Jerome Salomon îro Înê got ku bajarên Parîs û Marsîlya, jiber bilindbûna belavbûna koronayê wek herêmên xeter hatine ragihandin.

Biryara îro ya hikûmetê destûr dide karbidestên xwecîhî ku li herêmên Parîs û Marsîlya tedbîrên tund yên pêşîgirtina koronayê bigirin.

Salomon got ku li wan du herêman roj bi roj kesên nû bi koronayê dikevin û nexweşxane bi wan pêketîyan tijî dibin.

“Rewşa welatê me her hefte diguhere. Jiber seredana malbatan, hatinçûna mala hevdu û civîn û şahîyên mezin pêketinên korona dîsa zêde dibin. Divê em tedbîrên xwe xurt bikin ku mirinên nû çê nebin.”

Hêkayî balkişamdinê ye ku rêvebirîya saxlemîya giştî ya Fransa roja Pêncşemê 2,669 pêketinên nû yên korona ragihandibûn.