Partîya Sûrîya Paşerojê Kongreya Xwe Pêk Anî

Syrian Future Party

Partîya Sûrîya Paşerojê şaxê Şehba û Efrînê kongreya xwe ya duduyê li herêma Şehba li dar xist.

Di kongreyê de bi dehan endamên partîyê û mihvan ji partîyên sîyasî ku li deverê hene, hazir bûn.

Dor kongreyê û rojeva wê berpirsê ofîsa rêxistinê di partîyê de Mihemed Bêrem ji me re axivî: “Lêveger li kar û xebata dema çûyî hate kirin, kêmasî û astengîyên derketine û çawa em çareser bikin hate rojeva kongreyê, harwiha nîqaş li ser pêşxistina karê partîyê jî hate kirin”.

Rêvebirê şaxê Şehba û Efrînê yê Partîyê Mihemed Reşîd ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku di kongreyê danûstandin li ser xurtkirina rola partîya wan jibo çareserîya alozîya Sûrîyê hate kirin.

Herwiha Reşîd ragihand ku: “Rê û rêbazên rizgarkirina herêmên Sûrî yên dagîrkirî û di serî de Efrîn di rojeva kongreyê de bû, çimkî em dibînin ku hemû civaka Sûrî ji rizgarkirina herêmên dagîrkirî berpirsyar e û divê kar bê kirin ku ev doz li pêşîya sazîyên navneteweyî be”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Partîya Sûrîya Paşerojê di Adara 2018an de li bajarê Reqayê hate damezrandin, ku di nava refên wê de Kurd, Ereb û pêkhateyên din cih digrin, herwiha serkirdeya partîyê Hevrîn Xelef dema êrîşa Tirkî li dijî Girêspî û Serêkanîyê li ser destê komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve hatibû teror kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_02_02_2022_Partîya_Sûrîya_Paşerojê