Rêberên listên siyasî yên serkeftî li hilbijartinên Adarê seredana Herêma Kurdistana Îraqê dikin di bizavekê de jibo pêkanîna hikûmeteka nû li Îraqê.
Firakisyona Partiyên Kurdî hêşta bi fermî biryar nedaye ka piştevanî li çi lîstekê dike jibo pêkanîna hikûmeta nû. Belê di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, endamê parlemanê Îraqê Ferhad Emîn dibêje nizîktirîn list jibo Kurdan, Hevalbendiya Niştîmanî ye, bi rêberatiya serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Ferhad Emîn re, lînka ‘Guhdarî’ kirin li bin û rexê rastê vê perê kilik bike.