Heşt mehan piştî hilbijartinên Îraqî, kombûna parlemana Îraqî roja Pêncşembî destpê kir jibo hilbijartina serokê parleman û cîgirên serokê parlemanî.
Endamê lîsta Al-Îraqiye Osame Nûcêfî yê Sunnî jibo posta serokê parlemanê Îraqî hat hilbijartin. Arif Teyfur li Hevpeymaniya Kurdistanê û endamekê Sedrî wek cîgirên serokê parlemanî hatin hilbijartin.
Parlemanê kombûna xwe encam da piştî aliyên siyasî yên Îraqî gehiştine rêkeftinê jibo pêkanîna hikûmeteka nû.
Serokwezîr Nûrî Al Malikî û Serok Celal Talebanî her li ser postên xwe dimînin.
Her wiha Serokê lîsta Al-Îraqiye Ayad Allawî dê posta serokê Civata Niştîmanî jibo Siyasetên Stratîjî wergirît.