Parlamenterên Nû yên Tirkîyê di 8'ê Tîrmehê de Sond Dixwin

Cîgirê Serokê Koma Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Mustafa Elîtaş, bernameya parlamentoyê ragihand.

Elîtaş da zanîn ku parlamenter dê di 8’ê Tîrmehê de sond bixwin.

‘’Di 10’ê Tîrmehê de AKP dê komcivîna xwe pêk bîne û berbijarê seroktîya parlamentoyê dîyar bike’’ Elîtaş got.

Elîtaş ser Rewşa Awarte (OHAL) jî got ku ger hikûmet ser dirêjkirina wê bernivîsekê neşîne parlamentoyê, parlamento nikare Rewşa Awarte dirêj bike.