Pispor li Tirkîyê jibo Parastina Jîngehê Hişyarî Didin

Your browser doesn’t support HTML5

Serokê Komela Lêkolînê ya Klîma, Enerjî û Pirsgirêkên Jingehê, Onder Algedîk û Nûnera Koalîsyona Edelata Klîma ya Yekîtîya Doktorên Tirkîyê, Dr. Demet Parlar dibêjin ku divê Tirkîye bo parastina klîma (îqlim/avûhewa) tedbîrên nû bigire ku çavkanîyên avê wê kêm nebin û pirsgirêkên mezintir çênebin

Pispor hişyarî didin ku ger Tirkîye bergirîyên nû yên jibo parastina klîma (îqlim/avûhewa) negire, di demeke kin de çavkanîyên avê wê kêm bibin û şewitên fosîl jî bi qirêjîya xwe saxlemîya mirovan tehdît bikin. Serokê Komela Lêkolînê ya Klîma, Enerjî û Pirsgirêkên Jingehê, Onder Algedîk û Nûnera Koalîsyona Edelata Klîma ya Yekîtîya Doktorên Tirkîyê, Dr. Demet Parlar nêrînên xwe arve dikin.