Papa Francis jiber Darvekirinan Îranê Şermezar Dike

Papa Francis îro Duşemê bêdengîya xwe ya ser xwepêşandanên li seranserî yên Îranê şikand û Tehran bi tundî şermezar kir ku cezayê darvekirinê dijî xwepêşandaneran bi kar tîne.

"Cezayê sêdarekirinê nabe ku jibo pêkanîna dadmendîyê dewletekê were xebitandin jiber ku ew ne rêka rawestandina tawanan e û nikare jibo qurbanîyan dadmendîyê peyda dike. Cezayê darvekirinê tenê daxwaza tolhildanê gûrtir dike."

Papa Francisgot ku ew jibo jinan daxwaza rêzgirtina zêdetir dike, lê li cîhên wek Îranê ku cezayê darvekirinê heye, jin daxwaza rêzgirtin rûmetê dikin.

Papa Francis ev daxuyanî di gotara xwe ya salane de, îro ji balyozên li Vatîkanê re da. Papa di destpêkê salê de derheqa polîtîkaya derve ya Vatîkanê dipeyîve û ser mijar û heremên ku Vatîkan herî zêde girîngî dide şîroveyan dike.