Filîstînî Dibêjin di Êrîşên Îsraîl yên Piştî Ragihandina Agirbestê de 73 Kes Hatine Kuştin

Karbidestên Filîstînî îro Pêncşemê ragihand ku Îsraîlê çend seat piştî ragihandina agirbestê, êrîşên li ser Gazayê zêde kirine.

Ajansa Berevanîya Sivîl ya Gazayê îro Pêncşemê ragihand ku Îsraîl ji dema ragihandina agirbestê heta niha çend heremên Kerta Gazayê topbaran kirine û di encamê de herî kêm 73 kes kuştine û bi sedan kes jî birîndar kirine.

"Ji dema ku peymana agirbestê hatîye ragihandin ve, hêzên dagirker yên Îsraîlê 73 kes kuştin, ku ji wan 20 zarok û 25 jin in," berdevikê ajansê Mahmud Bassal ji AFP'ê re got.

Peymana agirbestê ya navbera Îsraîl û Hamasê, ku Gazayê kontrol dike, roja Çarşemê bi navbeynkarîya Qatar, Misir û Amerîka pêk hat. Peyman piştî şerê kujer ya 15 mehan tê ku Kerta Gaza rûxand û girjîya li Rojhilata Navîn tund kir.

Jêder: Reuters